Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re hat ba hev
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar ku li Dortyolê bang li gel kir, xafiliya desthilatê ya di erdhejê de bi bîr xist û soza avakirina ji nû ve da.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar ku li Dortyolê bang li gel kir, xafiliya desthilatê ya di erdhejê de bi bîr xist û soza avakirina ji nû ve da.
Bi tevlêbûyîna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Damezirîna Ji Nû Ve (SYKP) Canan Yuce, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, li Dortyola Hatayê hevdîtin bi gel re hat kirin. Li cihê gel û Partiya Çepên Kesk hatin ba hev, dowîzên li ser “Israrkirina di sosyalîzmê de israrkirina di mirovbûnê de ye”, “Yê hildiberîne tu yî, şikir ji hêza te re”, “Hezar caran silav li dayikên bi hemû rengên xwe li ber xwe didin” û “Çapêmeniya azad bêdeng nabe” nivîsandî, hatin vekirin.
Hatina ba hev a partiyiyan û gel, veguherî mîtîngê. Girseyê, gelek caran dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Gel derket ser xaniyan û alên Partiya Çepên Kesk hejandin.
NALBANT: EM Ê WE JÎ BIAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ
Piştî axavtina destpêkê, namzedên parlamenteriyê derketin ser dikê. Namzed Kerem Nalbat, got: “Bi xistin zindanan, got qey em ê xwe ker bikin. Li dîroka me binihêrin bê kam e çend serokkomar û fermandarên giştî kevin kirine, em ê we jî kevin bikin, em ê we jî di sergoyê dîrokê de wer bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
CANAN YUCE: HESABÊ EM BIXWAZIN, GELEK E
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî silav li gel kir û wiha got: ‘”Desthilata AKP-MHP’ê li ber dawiya desthilata xwe ya bi 21 salan e. Çimkî hemû pêkhate li bin darê hatin ba hev. Vê desthilatê em di bin kavilan de bi tenê hiştin, ji wê boneyê hesabê xwestinê gelek e. Em ê hem bajar hem jî welatê xwe ji nû ve ava bikin. Vê desthilatê 21 salan bi polîtîkayên xwe yên şer ev welat mehf kir. Ew neyarê hemû rengan e.”
BAŞKAVAK: EM Ê DESTHILATÊ DI SINDOQÊ DE BIŞÎNIN
Alîkarê Hevserokên Giştî yên EMEP’ê Sedat Başkavak jî behsa zehmetiyên cotyar rû bir û ne kir. Başkavak, kanên keviran ên li Amanosan û santrala termîk a li Qeraxê Bûrnazê bi bîr xistin û got ku sozekê desthilat bide gel nemaye û ew ê li rêya xwe dewam bikin.
AYŞE SURUCU: DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBIKIN
Partiya HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucuyê jî anî ziman ku ew bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”yê li kuçeyan e û got ku ew ê vê desthilatê di sindoqan de bifetisînin. Surucuyê, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an heya niha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye û 2 sal in tu xeber jê nayê girtin. Surucuyê, wiha bang li desthilatê kir: “Dest ji polîtîkayên tecrîdê berdin, deriyên Îmraliyê, deriye aştiyê vekin.” Di dema axaftina Surucuyê de girseyê bi yek dengî got: “Silav, silav hezar silav li Îmraliyê.”
‘EM Ê JI NÛ VE AVA BIKIN’
Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê destnîşan kir ku desthilata heyî dixwaze Tirkiyeya AKP’ê ava bike û got: “Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze li ser hikum be. Lê em ê nehêlin. Welat kir welatê şer. Ji ber ku soz dane bazirganên çekan, dixwazin li ser desthilatê bin. Ji bo sozên ku dane çeteyan, dane terîqatên ku dijminatiya jinan dikin, ji bo sozên ku dane şîrketên biyanî yên xwezaya me talan dikin, dixwazin li ser desthilatê bin. Lê soza me jî heye. Soza me ji bo hevalên berxwedêr, ji bo hevalên sirgûnkirî, ji bo dayikan, ji bo jin û kedkaran heye. Em tevî hemû gelên xwe yên berxwedêr ji bo jinûveavakirina heyama nû tên.”
Ûçarê, di berdewama axaftina xwe de got: “Em ê dawî li siyaset tecrîdê bînîn û bi hev re aştiya birûmet pêk bînin.”
Piştî axaftinan hevdîtina gel bi çepikan bi dawî bû.